RAJIN: Gurbeteli bi pênûsa xwe bû çav û dengê rastiya şoreşgerî ya jinên Kurd

Ragihandina Azad a Jinê, di salvegera 24’an a şehadeta Gurbeteli Ersoz de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku heta misogerkirina jiyana azad a bi pêşengiya jinê, em ê li ser şopa heqîqetê bimeşin.

RAJIN di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

Bi boneya şehadeta Gurberteli Ersoz û roja rojnamevaniya jinên Kurd, em careke din şopdarên xeta Gurbeteli Ersoz û bi dehan şehîdên çapemeniya jin bi bîr tînin.

Gurbeteli Ersoz ku li Kurdistan û Tirkiyê yekem gerînendeya giştî ya weşanê tê nasîn, li pey xwe mîrateyeke girîng ji bo rojnamevaniya azad hişt.

Roja şehadeta Gurbeteli Ersoz, wekî roja rojnamevaniya jinên Kurd hate ragihandin.

RAJIN destnîşan kir ku Gurbetellî, bi pênûsa xwe bû avakera jiyana azad û vegotina rastiyan û wiha domand:

Di roja îro de, li her çar parçeyên Kurdistanê bi evîn, zanebûn, pîvan û sekna Gurbeteli’yan bi sedan jinên Kurd, cihê xwe di xebatên çapemeniyê de digrin.

Gurbeteli Ersoz, di 7’ê Cotmeha 1997’an de, li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

Back to top button