Partiyên Kurd ji PDK’ê xwest lêborînê ji malbatên şehîdên Xelîfanê bixwaze

Nerazîbûnên li dijî êrişên PDK’ê ên dijî gerila ku di encamê de li Xelîfanê 5 gerîla şehîdbûn, zêde dibin.
Partiyên Kurd yên Rojava ji PDK’ê xwest ji malbatên gerîlayên ku li Xelîfanê şehîd xistine lêborînê bixwaze û li gorî berjewendiyên dijminê gelê Kurd tev negere.

Partiyên siyasî yên kurd yên li Rojava der barê êrîşa PDK’ê ya li dijî gerîlla li Xelîfanê daxuyaniyek hevbeş da.

Partiyan diyar kir ku nêzîkatiyên PDK’ê yên bi vî rengî nakokiyên heyî kûrtir dike û rê li ber şerekî navxweyî vedike.

Partiyan, hewldanên bi armanca derxistina şerekî navxweyî şermezar kirin û bang li DPK’ê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û xizmeta dijminên Kurd neke.

Partiyan hemû nêzîkatiyên ku bandorê li têkiliyên nava kurdan dike şermezar kir û ji hemû hêz, tevger û partiyên kurdistanî xwestin ku di vê qonaxa hestyar de helwesteke yekbûyî nîşan bidin.

Partiyan sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd re xwest û ji PDK’ê xwest lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze.

Back to top button