Ayten Dersim: Tecrûbeyên me yên têkoşînê gerdûnî dibin

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim anî ziman ku mîna ku li Şengal û Rojava hate dîtin faşîzma dewleta Tirk tehemul nake ku gel xwe birêve bibe û got,
“Gelê birêxistinkirî wê li dijî faşîzmê bi ser bikeve. Ev yek ji bo Kurdan û ji bo hemû gelan derbasdare.”

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ayten Dersim bi bîr xist ku Modernîteya Kapîtalîst ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê krîz afirandiye.

Ayten Dersim destnîşan kir ku li hemberî Modernîteya Kapîtalîst gelekî girîng û pêwîste ku jin li ser bingeha îdeolojîk, fikrî û xweparastinê xwe bikin hêzeke rêxistinbûnê ya hevpar.

Her wiha Ayten diyar kir ku 2’emîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn ku li Beyrûdê hate lidarxistin girîng e û got:

Nûnerên gelek tevgerên jinan ên ji gelek welatan; berdevk, koordînasyon û rêveberêwn wan nîqaşeke girîng meşandin.

Jinên Kurd jî bi tecrûbeya Şoreşa Rojava pêşengî ji vê yekê re kirin.

Ayten Dersim: Şoreşa Rojava encama têkoşîna 40 salan a bi felsefeya Rêber Apo ye

Ayten ragihand ku di têkoşîna jinan a dijî faşîzmê de ew xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ya piralî ne û wiha anî ziman:

Ji bo jin bi nasnameya xwe li nava civakê karibin xwe bi rêxistin bikin û bigihêje hişmendiya xwe û hebûna xwe biparêze, bi felsefeya Rêber Apo 40 sal in em têdikoşin.

Şoreşa Rojava encama vê yekê ye, îro li Rojava modelek heye ku nasnameyan hemûyan di nava xwe de vedihewîne.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim di dawiya axavtina xwe de dibêje:

Tecrûbeyên me yên têkoşînê gerdûnî dibin.

Binerin, dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ êdî ji bo tevahiya jinan bûye perspektîf.

Jin hemû divê bi vê têgihiştinê tevbigere û li gorî vê yekê rê û rêbazên têkoşînê xurt bikin.

Back to top button