Endamê Polîtboruya YNK’ê Seedî Pîre eşkere kir “Iraq, Herêma Başûrê Kurdistanê û hêzên navneteweyî di parastina Êzidiyan şikestin.”
Ehmed Pîre, Fermana 2014’an a li ser Şengalê, di civîna çapemeniyê ya hilbijartina Iraqê de, bi bîr xist û diyar kir ku “Divê ew hêza ku 11 hezar leşkerên xwe ji Şengalê vekişand were cezakirin.”
Nûran Sezgîn: Armanca PDK’ê dubarekirina komkujiya Êzdiyan e
Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, Nûran Sezgîn jî anî ziman ku armanca PDK’ê ji ketina Şengalê têkbirina destkeftiyên gelê Ezidiyê ye.
Nûran berxwedana şêniyên Şengalê ya li dijî hêzên PDK’ê silav kir û got: “Armanca PDK’ê ji vê yekê sûcên ku bi destê DAIŞ’ê bi serê şengaliyan de pêk hatine, dubare bike.”
Endama Koordînasyona Meclisa Îştar da xuyakirin ku PDK’ê bûye hevkarê dewleta Tirk.