Ciwanên Mexmûrê jî bi meşek bi meşaleyan komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo şermezar kirin.
Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê û Tevgera Ciwanên Mexmûrê ji bo şermezarkirina komployê meşek meşaleyan li dar xist.
Gel li ber avahiya Malbatên Şehîdan kombûn û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan.
Li wir çalakgeran daxuyaniyek da û komploya navneteweyî şermezar kirin û careke din piştrast kirin ku ew ê komployê têk bibin.
Ciwanan ragihand ku ji bo azadiya Rêber Apo wan çalakiya konvedanê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dan dest pêkirin.
Ev çalakî wê heta 9’ê Cotmehê dewam bike.