Ev demek e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, amadekarî ji bo destpêkirina kampanyaya hashtagê dihatin kirin.. Ev kampanya îro dest pê dike. MIX
Kampanyaya hashtagê wê ji aliyê Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê ve dest pê bike.
Beriya niha ji bo vê kampanyayê û tevlîbûna wê gelek bang hatin kirin..
Ji gelek aliyan, Bakurê Efrîqayê jî di nav de, gelek kesên naskirî destek dabûn vê gavê..
Herî dawî jî Kesayetên ji Almanya û Rûsyayê û gelek rojnamevanan banga tevlîbûnê kirin.
Van kesayetan ji bo çareserî û aştiyê her kes vexwendin kampanyayê hashtagê û xwestin ji her derê piştgiriya wê were kirin.
Çalakvan Ferman Şahîn banga piştgiriyê li gel kir
Ji bo tevlîbûna vê kampanyayê Çalakvanê Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê Ferman Şahîn diyar kir ku haştag wê 3 rojan dewam bike û bang li gel kir ku piştgiriyê bidin kampanyayê.