Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê di roja 4. de ye

4 rojin malbatên gerîlayên ku li Xelîfanê di kemîna PDK’ê de şehîd bûn li dergehê sînor ê Sêmalkayê ne.
Lê heta niha ti bersivek ji aliyê PDK’ê ve nehatiye dayîn.

29’ê Tebaxê li herêma Xelîfanê PDK’ê êrişî komek gerîla kirin û 5 ji wan şehîd kirin, 2 ji wan ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Malbatên her du gerîlayan ji bo girtina cenazeyê zarokên xwe li Sêmalkayê çalakiya konvedanê dan destpêkirin.

Çalakî îro di roja 4’an de dewam dike.

Doh şêniyên Girkê Legê û birîndarên şer ên herêma Cizîrê çalakî dewr girtin.

Li wir li ser navê Kongreya Star a navçeya Girkê Legê û Saziya Birîndarên Şer a herêma Cizîrê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn bang li gel kirin ku li hember xiyaneta PDK’ê bisekinin.

Back to top button