Biden: Êrişên Tirkiye ser bakur-rojhilatê Sûrî ziyanê dide têkoşîna li dijî DAIŞ’ê

Hewildanên dewleta Tirk ya ji bo xelaskirina DAIŞ’ê, êdî di rojeva Koşka Spî de ye.
Serokê DYA Joe Biden daxwaz ji Meclisa Nûneran û Senatoyê kir ku dema hebûna leşkerên wan yên li Sûrî, di çarçoveya “rewşa awerte” de saleke din dirêj bike.
Biden got,
“Êrişên dewleta Tirk yên li dijî bakur-rojhilatê Sûriyê, ziyanê dide têkoşîna ji bo têkbirina DAIŞ’ê.”
Koşka Spî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku biryar hatiye erêkirin û wê di rojnameya fermî de were weşandin.

Ji despêka şerê li Sûriyê ve, dewleta Tirk bi piştevaniya çeteyên tundraw welat veguherand qadeke wêraniyê.

Ev piştevanî herî zêde ji aliyê Serokomarê Tirkiye Erdogan ya ji bo DAIŞ’ê hate dayîn.

Êdî di qada navnetewî de, Erdogan weke xelasker û hevkarê herî sereke yê DAIŞ’ê tê destnîşankirin.

Herî dawî Serokê DYA Joe Biden jî ev yek piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmên bakur-rojhilatê Sûrî (herêmên Rêveberiya Xweser) ziyanê dide têkoşîna wan ya ji bo tinekirina DAIŞ’ê.

Joe Biden, Rewşa Awarte a Netewî li ser Sûriyê ku 14’ê Cotmeha 2021’an bi dawî dibe, saleke din dirêj kir.

Li gorî peyama di malpera Koşka Spî de hatiye weşandin, Biden li ser mijarê nameyek ji Seroka Meclisa Nûneran a DYA Nancy Pelosi re şand.

Biden di nameyê de daxwaza dirêjkirina saleke din a rewşa awerte ya mayîna hêzên wan li Sûriyê kir û rastiyên heyî anîziman.

Serokê DYA Joe Biden di nameya xwe de wiha got:

“Rewşa Sûriyê û bi Sûriyê ve girêdayî, nemaze kiryarên hikumeta Tirkiyê ya pêkanîna êrişek leşkerî li bakur-rojhilatê Sûriyê, ziyanê dide têkoşîna ji bo têkbirina DAIŞ’ê. Her wiha rewşa sivîlên li herêmê dixe metirsiyê. Ev yek ziyanê dide, aştî, ewlekarî û aramiya li herêmê. Di heman demê de, ev yek gefeke ne-asayî û awarte li ser ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya Amerîkayê didomîne.”

Biden diyar kir ku ji ber vê yekê ew pêwistî dibîne, di çarçoveya domandina rewşa awarte ya niştimanî ya ku di Biryarnameya 13894’an de li ser rewşa li Sûriyê û têkildarî Sûriyê hatî ragihandin, pêwîst e.

Di daxuyaniya Koşka Spî de hat gotin, rewşa awarte salekê hate dirêjkirin û biryar dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.

Back to top button