KCK’ê: Azadiya Rêber Apo deynê stûyê me ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Koordînasyonên PAJK û KJK’ê bi boneya salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotemhê daxuyaniyên cuda dan.
KCK’ê got: “Azadiya Ocalan wezîfeya mirovahiyê ye. Divê em Rêber Apo azad bikin û deynê stuyê xwe bidin.”
PAJK û KJK’ê diyar kirin bi têkoşîn û berxwedanê, divê tecrîdê bidawî bikin û Rêberê Apo azad bikin.

Bi rasthatina salvegra 23’an a komploya 9’ê Cotmehê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand.

Hevserokatiyê berxwedêrên bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dijî komployê rabûn û canê xwe feda kirin bi bîr anî n û ev nirxandin kir:

Bi vê komployê re di serî de xwestin têkoşîna azadî ya gelê Kurd ji hole bê rakirin.

Komploya Navneteweyî di heman demê li de dijî Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk a Rêber Apo bû.

Hêzên Komploger dema xwestin destwerdaneke berfereh li Rojhilata Navîn bikin, pêşî plan kirin ku tevgera azadiya Kurd tine bikin.

Hêzên cîhanî bi serkêşiya Amerîka û NATO, komploya li dijî Rêber Apo amade kirin.”

KCK’ê bi bîr xist ku gelê Kurd bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bersiva pêwîst dan komplogeran û wiha dewam kir:

“Bi fedaî li dora Rêbertî bûn xelekek ji agir. Hê ji roja yekem ve eşkere kirin ku wê vê komployê pûç bikin.

Gelê me hemû li ser fermana van şehîdan 23 sal in li dijî hêzên komploger têdikoşin.”

KCK’ê di dawiyê de diyar kir di sala 24’an a komployê de têkoşîna têkbirina faşîzm û tecrîdê û têkoşîna azadiya Rêber Apo û gelê Kurd divê bê bilindkirin.

PAJK: Pîvana hilweşndina faşîzmê, azadiya Rêber Apo ye

Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha daxuyaniyek da.

Koordînasyona PAJK’ê sedemêm bingehîn ên encamdayîna komployê weke dostaniya sexte û hevrêtiya lewaz binav kir û wiha got:

Rêber Apo 23 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê, şerê azadiyê birêve dibe.

Hêzên komploger di vê pêvajoyê de her tim hewl dan Rêber Apo bi temamî ji civak û mirovahiyê dûr bixin.

Rêber Apo di nava 23 salan de pergala Îmraliyê pûç kir û bi rêbazên nû xwegihandina gel û azadkirina civakê peyda kir.

Komalên Jinên Kurdistanê: Bi berxwedanê em dikarin tecrîdê bi dawî bikin û Rêber Apo azad bikin

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê jî têkildarî salvegera 23’an a komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da.

KJK’ê 9’ê Cotmehê weke roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo binav kir û wiha got:

“Berpirsiyarên dîlgirtina rêbertiya me eşkere ne. Di serî de Amerîka, Îsraîl û welatên Ewrûpayê ne, heta ku ev dewlet helwesta xwe sererast nekin û heta ku Rêberê me azad nebe, wê bêbextiya wan ti carî neyên jibîrkirin.

KJK’ê diyar kir heta ku li dijî komployê û tecrîda hovane a li Îmraliyê têkoşîn neyê meşandin, kes nikare xwe weke şoreşger û azad pênase bike.

KJK’ê got, “Em di demeke welê de ne ku bi têkoşîn û berxwedanê, dikarin tecrîdê bidawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo misoger bikin.

Bi vî bir û baweriyê, em bang li jinan, gelê xwe û tevahiya pêkhateyên civakê dikin ku bi xurtî tevlî têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bibin.

Back to top button