Cenazeyê endamê Asyîşê Nayif El-Hisên li goristana Qamişlo hat oxirkirin

Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê endamê Asayîşê Nayif El-Hisên li goristana şehîda oxir kir.

Endamê Asayîşê Nayif El-Hisên 6’ê Cotmehê dema erka xwe bi cih dianî li Qamişlo şehîd bû.

Ji bo veşartina cenazeyê şehîd Nayif şêniyên Qamişlo li goristana Şehîd Delîl Sarûxan kom bûn û merasîmek li dar xist.

Tê de nasnameya şehîd Nesrîn Temir ku di kemînekê PDK’ê li Başûrê Kurdistanê şehîd bû, hat eşkerekirin.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulezîz Mihemed diyar kir ku bi saya şehîdan gel azad bû.

Her wiha xuşka şehîd Nesrîn, Evîn Temir jî anî ziman ku ew bi şehadeta xuşka xwe serbilind e.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Dawiyê, cenazeyê şehîd Nayif El-Hisên, nava sloganan de hat veşartin.

Back to top button