Ajansa Reutersê: Tirkiye ji bo kirîna 40 balefirên F-16 serî li DYA da

Dewleta Tirk ji bo kirîna balefirên şer li ber derê Waşîngtonêye.
Ajansa Reutersê ragihand ku Tirkiye ji şirketa Lockheed Martin daxwaza kirîna 40 balefirên F-16 kiriye.
Heta niha têkildarî vê Koşka Spî ti daxuyaniyek ne daye.
Ji ber kirîna S-400’ên Rûs û binpêkirina mafên mirovan li Tirkiye, tê payîn biryar di konreyê de bi zehmetî derbas bibe.

Dewleta Tirk ya ku bi Amerîkayê re di nava aloziyan de ye, niha ji bo kirîna balefirên F-16 careke din li ber derê Waşîngtonê ye.

Ajansa Reutersê ku agahiya sipart çavkaniyeke pişesazî ragihand ku Tirkiye ji bo kirîna 40 balefirên F-16 û 80 parçeyên nûjeyn yên ji bo balefirên berê serî li DYA daye.

Ji bo ku teklîfa îhaleya milyar dolarî bê qebûlkirin, erêkirina Wezareta Karên Derve ya DYA û piştre Kongreyê pêwîst e.

Heta niha têkildarî van îdiayan ti daxuyaniyek fermî ji Waşîngton û Enqerê derneketiye.

Tirkiyê beriya niha ji bo kirîna 100 balafirên şer ên F-35 careke din serî li şirketa Lockheed Martin dabû.

Lê Washington piştî ku Enqerê 2019’an Sîstema Parastina esmanî ya S-400 ji Rûsyayê kirî, ev firotin hatibû rawstandin.

Ji ber nêzîkbûna Tirkiyê li gel Rûsya ev 5 sal in di navbera Enqere û Waşîngtonê de sarbûnek heye.

Çalakiyên sondajê li Derya Sipî, tawanbariyên li dijî Halkbank û cudahiya ramanan derbarê geşedanên li Sûriyê, mijarên sereke yên ji aloziya navbera aliyan de ye.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin, ji ber kirîna S-400’ên Rûsî û binpêkirina mafên mirovan, pêvajoya pejirandina Kongreyê ji bo firotina balefirên şer ji Enqerê re wê zehmet be.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî ragihandibû ku Tirkiye dixwaze beşa duyemîn ya sîstema S-400 ji Rûsya bikire.

Back to top button