Yemen…Di meha Îlonê de 10 hezar kes ji Maribê koçber bûn

7 salin li Yemenê, şerê deshilatdarî û meshebî, welat ji hev xistiye.
Rêxistina Koçberî ya Navnetewî (IOM) ragihand ku ji ber dijwarbûna şerê li herêma Maribê tenê di maha Îlonê de 10 hezar kes koçber bûn.

Rêxistina Koçberî ya Navnetewî (IOM) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêxistinê diyar kir ku ji ber şerê li herêma Maribê ku di nava meha Îlonê de zêde bû, jimara pêla koçberiyê jî bi awayekî metirsîdar zêde bûye.

Rêxistinê daxuyakirin ku tenê di nava Îlonê de nêzî 10 hezar kes ji Maribê koçber bûne.

Ev jî rêjeya herî zêde ya koçberiya îsal e.

Seroka rêxistinê yê Yemenê Christa Rothensteiner, got:

“Ev şideta nû li Marib jiyana bi hezaran mirovan têk dide û dibe sedema mirin û birîndaran.

Di nava van de zarok û sivîl hene.

Christa bang li hemû aliyan kir ku sivîlan biparêzin û rêzê li mafên mirovan ên navneteweyî bigirin.

Piştî ku paytexta Sana 2014’an kete destê Hûsiyan, şerekî giran dest pê kir û heta niha bi deh hezaran kes mirin.

Li gorî daneyên NY’yê li welat krîzeke mirovî heye ku ji sedî 80 pêwistiya welatiyan bi alîkariya mirovî heye.

Back to top button