TEV-DEM: Divê hemû aliyên demokratîk li ber komplogeran rabin

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê jî têkildarî komploya navnetewî daxuyaniyên cuda dan.
Di daxuyaniyan de ji bo azadiya Rêber Apo banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.
Her wiha bang li hêzên navnetewî jî hate kirin ku dest ji siyasetên xwe yên li dijî Kurdan berdin.

Bi boneya salvegera 23. a destpêkirina komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyanî da..

TEV-DEM’ê da zanîn ku siyaseta dewletên komploger a neexlaqî û neadil li hember vîna Rêber Ocalan, roleke neyînî lîst..

TEV-DEM’ê got:

“Komplogeran bi vê komployê armanc kir ku dest deyînin ser vîna gelê Kurdistanê û destkeftiyên wî yên dîrokî.

Her wiha armanca wan ew bû ku gelên herêmê bê serok û bê felsefe bihêlin.

Rêber Ocalan îro nûnertiya hêvî û vîna mirovahiya azad û çînên civkanê dike û misogeriya yekane ya çareserkiria tevaya pirsgirêkên li herêmê ye.

Ji ber vê yekê, di serî de “Neteweyên Yekbûyî”, divê dewletên komploger dest ji van siyasetên xwe yên kevin berdin û ji bo serbestkirina Rêber Ocalan, divê zextê li dewleta Tirk bikin.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di daxuyaniyê de bang li azadîxwaz, demokratîkxwaz û hemû saziyên mafên mirovan kir ku hewl bidin siyassetên şovenîst û komploger têk bibin.

PYD: Divê gelê Kurd heya azadiya Rêber Apo têkoşînê dewam bike

Di çarçoveytê de, Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî daxuyaniyek da û got:

“Li zindana Îmraliyê li dijî Rêber Apo binpêkirinên mezin têk kirin.

Li dijî wî êşkenceya fîzîkî û derûnî tê meşandin.

Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide Rêber Ocalan tune bikin.

Her wiha nahêlin digel parêzer û malbata xwe hevdîtin û peywendiyê bike.

Hêzên komploger bi vê yekê hemû pîvan û qanûnên exlaqî paşguh dikin.

PYD’ê li cîhanê ev bag kir:

Heta Rêber Apo serbest nebe û gelê xwe bi rê ve nebe, ev komplo bi dawî nabe.

Lewre divê Rêber Abdullah Ocalan fîzîkane serbest bibe.

Weke Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), em bangê li gelê Kurd, hemû hêzên demokrasîparêz û saziyên mafên mirovan dikin ku heya pêkanîna serbestkirina Rêber Apo, têkoşîna xwe dewam bikin.”

Back to top button