Hevîdtinên SPD, FDP û Keskan destpêkirin

26’ê Îlonê hilbijartina Meclisa Federal a Almanyayê bi encam bû.
Têkçûna Tifaqa Xirstiyan û serkeftina Sosyal Demokratan morha li van hilbijartinan dan.
Û niha awirên civaka welat zîvirîne ser hewldana avakirina hukûmeta nû..
Ji bo vê yekê jî namzetên berbiçav, SPD, Partiya Keskan û Partiya Demokratîk a Azad-FDP xuya dikin.

Di nav çend rojên dawî de li paytexta Almanyayê Berlînê trafîkeke zêde a hevdîtinan heye.

Ev serdan ango hevdîtin ji bo yek armancê pêk tên.

Pêkanîna hukûmeta koalîsyonê.

Piştî têkçûn Tifaqa Xirstiyan a 16 salan, hêzên ku di hilbijartinên 26’ê Îlonê de derketin ser dika siyasetê, Sosyal Demokrat û Partiya Keskan.

Her çendî van herdû partiyan serkeftinên mezin bidets xistin jî lê hejmara dengên
wan têrê nake ku hukûmetê ava bikin.

Lewa hêviya xwe bi partiyeke sêyemîn vê girêda ne.

Ew jî Partiya Demokratîk a Azad-FDP ye.

Li gorî van hersê partiyan, di gelek mijarên paşeroja Almanyayê aleqedar dike fikrên wan nêzên hev in.

Ji ber vê çendê hevdîtinên wan ên ji bo avakirina hukûmeta koalîsyonê dewam dikin.

Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan-CDU jî hewl dide li pêş vê yekê bibe asteng.

Sekreterê CDU Armin Laschet ê di hilbijartinan têk çû xwest partiyên Keskan û FDP li gel wan hukûmetê ava bikin.

Armin Laschet ji ber têkçûyîna hilbijartinan ragihand ku ew amade ye dest ji erka serokatiyê berde.

Back to top button