Di merasîma 5’an de, encama xelata Nobe a aştiyê eşkere bû.
Li gorî vê,
Rojnamevan a Filîpînî Marîa Ressa û yê Rûs Dmîtrî Muratov hêjayî xelatê hatin dîtin.
Ji 4’ê Cotmehê ve li paytexta Norwêc Osloyê, merasîmên xelatên Nobel ên sala 2021’an têne lidarxistin..
Piştî, Tip, Fîzîk, Kîmya û wêjeyê, îro kesên hêjayî xelata aştiyê hatin dîtin eşkere bû.
Herdû jî rojnamevanên.
Yek ji wan Marîa Ressa a ji Filîpînê.
Û yê din jî Dmîtrî Muratov ê ji Rûsyayê ye..
Komîteya Nobelê eşkere kir ku ji ber têkoşîna wan a wêrek ji bo azadiya çapemenî û ramanê herdû rojnamevan hêjayî xelatê dîtine.
Seroka komîtê Berit Reiss-Andersen di merasîmê de wiha pesnê herdû rojnamevanan da:
Marîşa Ressa û Dmîtrî Muratov bi têkoşîna xwe a azadî û demokrasiyê bûn parêzvanên azadiya ragihandinê. Ew bûn e nûnerên hemû rojnamevanan.