HPG’ê: Çalakiyên gerîlla li dijî hêzên dagirker dewam dikin

Gerîllayên HPG û YJA-STAR’ê li çiyayên Kurdistanê çalakiyên xwe li dijî hêzên artêşa Tirk dewam dikin..
Ji Avaşînê bigre, heta Metîna û Zapê gerîlla li gelek deveran bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî encama şer û berxwedana 24 saetên dawî ev agahî bi raya giştî re parve kir:

8’ê Cotmehê gerîlla li qadên Mervanos û Girê Şehîd Serxwebûn ên girêdayî Avaşînê, bi çekên giran li navendên artêşa Tirk dan.

Di çalakiyan de darb li çeperên artêşa dagirker hatin xistin.

Roja 7’ê Cotmehê, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Întîkam û Geliyê Basya ji aliyê helîkopterên şer ve hatin bombardimankirin.

Heman rojê qada berxwedanê ya Werxelê jî bû armanca êrişên hewayî.

Li herêma Metînayê jî

7’ê Cotmehê gundên Dêşîşê, Serarû û Kêste hatin bombardimankirin.

8’ê Cotmehê li herêma Zapê jî balafirên şer ên artêşa dagirker êrişî qada Karker kirin.

Back to top button