Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku kampanyaya ji bo Azadiya Rêber Apo wê îro destpê bike û got;
“Em ê meha Cotmehê ku destpêka komploya navneteweyî ye, veguherînin meheke berxwedanê.”
Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê di 23’yemîn salvegera komploya de, bi dirûşmeya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan” li ser medyaya civakî kampanyayek heştagê dide destpêkirin.
Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got:
“Em ê paradîgmaya Rêber Apo, hêviya me ya ji bo pêşerojeke hevpar bi rêya palatformên medyaya dijîtal bigihînin milyonan.
Em ê meha Cotmehê ku destpêka komploya navneteweyî ye, veguherînin meheke berxwedanê.”
Kampanya heştagê, îro li gor saeta Amedê 20.00 dest pê dike û heya 10’ê Cotmehê wê dewam bike.