Ji sala 2019’an ango piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê roj bi roj zêde dibin.
Çeteyên dewleta Tirk bi taybetî herî zêde êrişî jinan dikin û hewl didin îradeya wan bi kirinên dermirovî bişkênin.
Endama rêveber a Rêxistina Mafê Mirovan Evîn Cuma der barê sûc û kirinên dewleta Tirk yên li herêmên dagirkirine de axivî û agahî dan. Evîn Cûma got, “Heta niha 429 sivîl li herêmên dagirkirî hatine kuştin.”
Endama rêveber a Komîteya Koçberên Serêkaniyê û berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Zehra Semo jî tekildarî mijarê axivî û got;
“Dewleta Tirk bi van sûcan vîna jinan û azadiya wan dike hedef.”
Dewleta Tirk a dagirker sala 2018`an bi dagirkirina kantona Efrînê re planên xwe yên dagirkirinê ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan destpêkirin.
Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî jî ya di 9`ê Cotmeha 2019`an de destpêka wan planan bû.
2 sal li ser dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re derbas dibin û sûc û kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li van herêman her diçe zêde dibin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê sûcên mîna çeteyên DAIŞ’ê li Serêkaniyê û Girê Spî li dijî jinan pêk tînin.
Li herêmên dagirkirî çeteyên dewleta Tirk cilên reş li jinan ferz dikin, destdirêjiyê li wan dikin, direvînin û dikujin.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker heta niha 429 sivîl kuştine.
Ji wan 14 jin hatine kuştin, 74 jin birîndar bûne û 3 ji wan jî hatine înfazkirin.
Evîn Cuma: Dewleta Tirk qanûnên navnateweyî binpê dike
Tekildarî sûc û kirinên dewleta Tirk yên li herêmên dagirkirî endama rêveber a Rêxistina Mafê Mirovan Evîn Cuma diyar kir ku dewleta tirk ji roja dest pê kê ve bi êrişên xwe sûcên şer pêk tîne û qanûnên navnateweyî binpê dike.
Evîn Cuma got;
“Ji bo kesên li herêmê mane koçber bibin, dewleta Tirk û çeteyên wê yekser jinan dikin hedef. Me gelek bûyerên kuştinê û revandinê belge kirin.
Ev sûc dikevin nava sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê.
Bi pêkanîna van sûcan dewleta Tirk berpirs e ku qanûnên mafê mirovan ên navneteweyî binpê dike.”
Zehra Semo: Dewleta Tirk vîna jinan dike hedef
Endama rêveber a Komîteya Koçberên Serêkaniyê û berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Zehra Semo jî têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi van sûcan vîna jinan û azadiya wan dike hedef.
Zehra Semo eşkere kir ku li kampa Waşakonî komexebateke taybet der barê van sûcan de li dar xistine û got, ew ê sûcên dewleta Tirk ji raya giştî re eşkere bikin.
Zehra Semo bang li rêxistinên jinan û mafê mirovan kir ku xebatên xwe zêde bikin da ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê belge bikin.