Efxanistan…Di teqîna li Kunduzê de 50 kes mirin 140 birîndar bûn

Li Efxanistanê roj bê alozî derbas nabe.
Piştî Talîbanê, Efxanistan kontrol kir rojane bûyerên metirsîdar li herêmê rû didin.
Li eyaleta Kunduz a dikeve bakurê Efxanistanê, li dijî mizgeftek ya Şiiyan êrişek bombeyî pêk hat.
Di encamê de kerê kêm 50 kes mirin û 140 ji birîndar bûn.

Teqîn di dema nimêja Înê ya li herêma Sayed Ebad ya parêzgeha Kunduz pêk hat.

Li gorî nûçeya Ajansa AFP ku spartî çavkaniyek tendirustiyê ya li herêmê tê gotin;

Herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest daye û derdora 140 kes jî birîdar bûne.

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahîd da zanîn ku di dema nimêja Înê de êriş pêk hatiye.

Mucahîd diyar kir ku di êrîşê da mirî û birîndar hene û got:

Hêzên me xwe gihandin herêmê û der barê êrîşê da lêpirsîn dane destpêkirin.

Heta niha kesî berpirsiyariya êrişê negirtiye ser xwe, ku şahidên bûyerê gotin ku xwekujî ye.

Beriya niha DAIŞ’ê piranî êrişên li dijî Şiiyên li Efxanistanê, li xwe digirt.

Back to top button