Rûsya..Dimenên êşkence û tecawîza li girtiyan tê kirin hate weşandin

Deshilata Rûsya ji ber bûyerên êşkence û tecawîzê yên li girtîgehên welat diheje.
Dîmenên veşartî yên dema êşkenceya, li girtiyan tê kirin derketin.
Di dîmen de asta hovîtiyê tê xuyakirin.
Ji ber êşkence û tecawiza li girtiyan, 5 berpirsên girtîgeheke li bajarê Saratov ji erk hatin girtin û derbarê wan de lêpirsîn hate despêkirin.
Rêxistina Sivîl a Rûsya jî dîmenê êşkenceyê li ser malpera xwe weşand.

Li bajarê Saratov yê Rûsya li girtîgehekê dimenê ku derketî li nava welat bû cihê hêrsê.

Di dîmen de, ê dîtin ku girtiyek hatiye tazîkirin û êşkence lê tê kirin.

Bi derketina dîmen re, careke din êşkenceya li girtîgehên Rûsya bû yek ji rojeva sereke ya li welat.

Tê gotin ev dîmen yek ji hezaran belgeyên ku hatine bidestxistine.

Rêxistina Civakî, beriya niha jî êşkenceya gardiyanekê ku Nîsana 2020’an li girtiyekê dikir xistibû rojevê.

Ev bûyer li girtîgeha jimar 15 a li Angarsk ya nêzî sînorê Moxalîstanê ku weke cîhê sirgûnê rûda bû.

Di pêvajoya dewam kirî de, gardiyan ji bo tolhildana ji girtiyan, dest bi lêdan, êşkence û tecawîzkirina girtiyan kiribû.

Ciwanek ku beriya niha li heman girtîgehê bû wiha got:

“Ez li xwe mikur hatim ku di dema serhildana li girtîghenê de min 2 kamere şikandin. Min ev yek ticarî neveşart. Lê wan ez tecawiz kirim û ji bo kamereyan li min xistin. Tenduristiya min bi giranî xirab bûye û ez hîn jî dermanan dibînim.”

Damezrênerê Gulagu.net Vladimir Osechkin
got,

Binpêkirin li tevahiya girtîgehên rûsya zêde ye. Şêwazek yê êşkenceyê hebû û hîna dewam dike. Berpirsyar ji eşkerekirina rastiyan ditirsin û rastî jî gelek metirsîdarin.

Li gorî Kremlînê, ger dîmen rast bin, wê bingehek cidî ji bo lêpirsînên rayedaran were danîn.

Lîderê mixalîfên Rûsya Aleksey Navalny yê weke rikberê herî mezin yê Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin tê naskirin û niha girtiye, rewşa li girtîhenan xistibû rojevê.

Komîteya Lêpirsînê ku sûcên mezin ên li Rûsyayê lêkolîn dike jî ragihand ku lêpirsînên derbarê şîdet û tecawîza li girtîgehan de hatiye despêkirin.

5 berpirsên payabilind yên girtîgehê ji erk hatin girtin û lêpirsîn hate despêkirin

Beşê Girtîgehê ya Federal (FSIN) ragihand ku rêveberê girtîgeh û serokê servîsa girtîgehê di nav de 5 wezîfedarên li girtîgeha navborî ji erk hatine girtin.

Qanûna Rûsî ji bo girtiyekê lêdan an jî “bênirxkirina rûmeta mirovan” qedexe ye.

Ger wezîfedar li girtîgehê, erkê xwe bi xerabî kar bêne, li gorî qanûnên Rûsya ji bo wî heta 10 salan cezayê girtîgehê tê dayîn.

Back to top button