Berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî: Em ê Şengalê radestî tu kesî nekin

Berdevka TAJÊ Sabîha Sabrî bertek nîşanî ketina Şengalê ya PDK’ê ku di fermana 74’emîn de gelê Êzidî li dijî hovîtiya DAIŞ’ê tenê hişt da û got: “Em komkujiya li dijî jinên Êzidî ji bîr nakin û em ê tu carî nehêlin hêzên ku bûn sedema komkujî careke din li Şengalê pêk were”.

PDK ji bo pêşî li fermana 73’an veke, Şengala bê şer di destên DAIŞ’ê de hişt.

Êzidiyan bi hêz û piştgiriya ku ji tekoşîna azadiyê girtin, ji bo xwe ji fermanan rizgar bikin li ser bingeha hêza xwe Şengalek xweseriya demokratîk ava kirin.

Planên ku pêşmergeyan di bin navê propagandaya hilbijartinê ya 2’ê Cotmehê de bibin Şengalê, vê carê jî ji ber berxwedana xurt a gel pêk nehat.

Têkildarî mijarê, Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî nirxanidn kir.

Sabîha di destpêka axavtina xwe de diyar kir ku bi hezaran pêşmerge sibeha fermanê reviyan.

Sabîha Sebrî anî ziman ku civaka Êzidî bi derfetên kêm rêxistinên xwe ava kirin û îro xwedî pergaleke ku hemû civak û hêzên parastinê jî digre nav xwe hene.

Sabîha Sebrî: Plana 9’ê Cotmehê di encama siyaseta qirêj a PDK’ê de bi pêş ket

Berdevka TAJÊ dibêje:

Tifaqa 9’ê Cotmehê di encama siyaseta qirêj a PDK’ê de bi pêş ket.

Sabîha Sebrî: Civaka Êzidî hêzên pêşmerge naxwazin

Berdevka TAJÊ Sabîha Sebrî di dawiyê de destnîşan kir ku civaka Êzidî hêzên pêşmerge naxwazin û got:

Civaka Êzidî û bi taybetî jî jinên Êzidî wê li dijî her êrîşa ku li dijî pergal û vîna wan e, bisekine.

Her wiha wê siyaseta qirêj a li dijî me hatiye bipêşxistin qebûl nekin û em ê li pêşberî wê bisekinin ku hemû cîhan vê bizanibe.

Back to top button