Kesayetên welatparêz ên Helebê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin

Kesayetên welatparêz yên Taxa Şêx Meqsûd û Eşerfiyê yên Helebê jî Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo şermezar kir.
Welatparêzan diyar kirin ku ewê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo dewam bikin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Komîteya Rûspiyan a Helebê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate dayin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewletên komploger bi plana komployê xwestin Rêber Apo ji gel qut bikin.

Welatparêzan da zanîn ku dema Rêbertî ji Sûriyê derket planên li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn têk birin.

Hat gotin ev 23’ê salin rêber Apo di girtîgehê de ye û ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd û Pirsgirêkên Rojhilata Navîn têdikoşe.

Kesayetên welatparêz soza şopandina fikr û felsefeya rêber Apo û têkoşîna ji bo azadiya wî dan.

Back to top button