Hilbijartinên Iraqê..Dengdana taybet a ji bo hêzên leşkerî, penaber, û girtiyan dest pê kir

Ji hilbijartinên Iraqê tenê 2 roj mane.
Lê Ji bo “dengdana taybet” a hêzên leşkerî, penaber û girtiyan bikaranîna dengan îro dest pê kir.
Bi vê yekê re zext û sextekariya PDK’ê ya ji bo hilbijartina jî derdikeve hole.

Hat ragihandin ku PDK, ji bo bidestxistina dengan bi rêya telefonan li pêşmergeyan digerin û ji wan re dibêjin; “Ger hun dengê xwe nedin me, emê we ceza bikin.”
Di heman demê hêzên PDK’ê li kampa Êzidiyan zextê li koçberan dikin da ku dengan bidin namzetên PDK’ê.
Aliyê din rayedarên kampa Dawidiyê jî nahêlin ku koçber dengên xwe bikar bînin.

Iraq wê di 10’ê Cotmehê de, ji bo hilbijartina parlementoyê biçe ser sindoqan.

Lê ji bo “dengdana taybet” a leşker, polîs, asayiş, penaber û girtiyan bikaranîna dengan îro dest pê kir.

Bi dest pê kirina degdanê re, PDK jî dest bi zext û gef xwarinan kiriye.

PDK ji bo bi destxistina dengan gefan li pêşmergeyan dixwe

Li gorî Ajansa Rojnewsê, di saetên destpêkê yên dengdanê de PDK’ê dest bi sixtekariyê kir û li Herêma Soran ya ser bi Hewlêrê, di saetên dengdana taybet de, qerta propagandaya namzetên xwe bi ser dengdêran belav dike.

Di heman demê de PDK, ji bo ji hilbartinê bi serketî derbikeve gefan li pêşmergeyan dixwe.

Hat gotin fermandarên PDK’ê beriya ku pêşmerge dengê xwe bikarbînin, telefona wan dikin û ji wan re dibêjin;

“Amarên dengdanê, dengê we eşkere dike. Ji ber wê ger hûn dengê xwe nedin namzetên me, emê we ceza bikin.”

Her wiha fermandarên PDK’ê yên li heman herêmê pêşmergeyan ditirsînin da ku dengê xwe bidin namzetên PDK’ê.

PDK zextê li koçberên Êzidî yên li kampan dike da ku dengê xwe bidin namzetên wan

Li aliyê din li kampa Bacîd Kendala ya girêdayî Parêzgeha Duhokê ku koçberên Êzidî lê dimînin, di dema dengdayînê de hêzên asayîşa PDK’ê zext li koçberan dikin, da ku dengan bidin namzetên PDK’ê.

Hat ragihandin ku hinek endamên asayîşê ku hinek ji wan cilên fermî, hinekan jî cilên sivîl lixwe kirine, li pêşiya cihên dengdanê rawestiyane û ji koçberan pirsa “Xwendin û nivîsandina we heye yan na?” kiriye.

Hat gotin ku hêzên asayîşê kartên dengdayînê yên hinek koçberan jî, ji wan girtine û li gel wan ketine cihê dengdayînê.

Rayedarên kampa koçberan a Dawidiyê nehiştine ti kes dengê xwe bikar bîne

Hat diyar kirin ku li kampa koçberan a Dawidiyê ya Duhokê jî, rayedarên kampê ji koçberan re gotine “cihaza dengdayînê xirab bûye, lewma hûn nikarin dengên xwe bikar bînin, vegerin malên xwe” û nehiştine tu kes dengê xwe bikar bîne.

Back to top button