Dewleta Tirk hewl dide tola têkçûna DAIŞ’ê hilîne

7 sal bi ser êrişên faşîst yên dewleta Tirk yên li dijî xweşandanên piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê re derbas bûn.
Dewleta Tirk bi taybetî rêjima Erdogan heta niha jî têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê qebûl nekiriye û hê jî di nava hewldanên tolhildana wê de ye.
Ji ber wan xwepêşandanên xwedî derketina berxwedana Kobanê ya 6-7 û 8’ê Cotmehê heta niha jî zêdeyî sed siyasetmedarên Kurd tên darizandin û gelek ji wan jî di zîndanê de ne.

Li Kobanê li ser navê mirovahiyê berxwedaneke dîrokî dihate kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê bi tank, top û hemû çekên giran yên ku ji artêşên Iraq û Sûriyê bi dest xistibûn, her wiha bi piştgiriya hêzên navnetewî û herêmî 15’ê Îlona 2014’an êrişeke dijwar anîbûn ser Kobanê.

Li Kobanê ciwanên Kurd berxwedana sedsalê dikirin. Di serî de dewleta Tirk gelek dewletên ku piştgiriya DAIŞ’ê dikirin ji bo ketina Kobanê roj dihejmêrîn.

Kurd, dostên xwe û derdorên demokratîk yên li Kurdistanê û cîhanê ji bo Kobanê rabûbûn ser pêyan.

Gelê bakur li ser sînorê Kobanê dest bi nobeta çalakiyê kiribûn. Her wiha bi dehan ciwanên bakur berê xwe didan Kobanê û tevlî berxwedana dîrokî dibûn.

Rêber Apo jî ji bo Kobanê banga seferberiyê kir û xwest Kurd hemû û hêzên demokratîk û şoreşger li berxwedana Kobanê xwedî derkevin û piştgiriyê bikin.

Serokê rêjima dewleta Tirk Erdogan jî hatibû bajarê Rihayê yê ser sînorê Kobanê, qîlên xwe yên faşîst derxistibû û digot, “Kobanê li ber ketinê ye.”

Gelê bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê û li dijî piştgiriya dewleta Tirk ya ji bo DAIŞ’ê 6 heta 8’ê Cotemhê ango sê rojan daketin qadan û dest bi çalakiyan kirin.

Hêzên faşîst û dev bixwîn yên rêjima Erdogan êriş birin ser xwepêşanderan û nêzî 50 welatiyên Kurd qetilkirin.

Piştî berxwedaneke 130 rojî DAIŞ li Kobanê têk çû. Desthilata faşîst ya dewleta Tirk ev têkçûn weke têkçûna xwe dît.

Di 5’ê Mijdara 2016’an de li dijî Kurdan û HDP’ê dest bi operasyona qirkirina siyasî kirin. Bi vê yekê xwestin tola têkçûna DAIŞ’ê hilînin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên wê demê jî di nave de bi dehan parlementer, siyasetmedar û şaredar bi hêceta ku piştgirî dane buyerên 6-8’ê Cotmehê yên ji bo Kobanê, girtin û avêtin zîndanan.

Heta niha jî zêdeyî sed siyasetmedar bi navê “Doza Kobanê” tên darizandin.

Tevî ku 7 sal bi ser buyeran re debasbuye lê hê jî bi dehan kes di girtîgehan de ne.

Bi heman rengî rêjima Erdogan hê jî têkçûna DAIŞ’ê ya ji Kobanê ji bîr nekiriye û ji bo tola têkçûna çeteyan hilîne îro jî êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê didomîne.

Back to top button