Li nêzî navçeya Çemçemal ya Silêmaniyê vê êvarê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li wesayîtakê dan.
Di encama êrişê de jinek şehîd bû û 2 kes jî birîdar bûn.
Cenazeyê şehîd ji bo Tiba Edlî ya silêmaniyê hat rakirin.
Hat zanîn ku kesên birîndar ji bo nexweşxaneya Çemçemal hate rakirin û rewşa wan baş bûye.
Hêjayî gotinê ye ku di 4’ê Cotmehê de balafirên bê mirov li nêzî navçeya Çemçemal seyareyek bombebarankiribûn. Di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûbûn.