Aram Henna: Em ê vegerin herêmên dagirkirî

Bi heman boneyê, berdevkê QSD’ê Aram Henna diyar kir ku ev salvager ji bo wan, bîranîneke bi êş e.

Aram Henna da xuyakirin ku di rizgarkirina Serê Kaniyê ji DAIŞ’ê wan gelek berdêl dan.

Ji ber vê jî dagirkirina Serê Kaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo wan gelekî bi êş bû.

Henna got: ”Çeteyên herêm dagirkirine heman şêwazê DAIŞ’ê lê dimeşînin.

Rewşa li Serê Kaniyê û Girê Spî dişibe ya Efrînê û herêmên din ên dagirkirî.

Heman pîlanên qirkirinê li dijî sivîlan tê meşandin”.

Dawiyê Aram Henna anî ziman ku ew ê tekez bi saya berxwedan û piştgiriya gel herêmên dagirkirî vegerînin.

Back to top button