Çalakiya konvedanê ya malbatên gerîlayên ku di kemîna PDK’ê de şehîd bûn di roja 5’an de ye.
29’ê Tebaxê li herêma Xelîfanê PDK’ê êrişî komek gerîla kirin û 5 ji wan şehîd kirin, 2 ji wan ji Rojavayê Kurdistanê ne.
Ev 5 rojin malbatên her du gerîlayan li dergehê Sêmalkayê ne û daxwaze cenazeyê zarokên xwe dikin.
Doh endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Cizîrê serdana konê çalakiyê kirin.
Li wir endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivî û got:
”Heta radestkirina cenazeyên her du gerîlayên azadiyê wê çalakiyên me dewam bikin.”