Bi vê wesîleyê Rêveberiya Xweser, PDY’ê û MSD’ê jî daxuyaniyên cuda dan û ev dagirkerî şermezar kirin û gotin:
”Ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve, dewleta Tirk a dagirker li Serê Kaniyê û Girê Spî qirkirinê dike”.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo salvegera 2. a êrişên li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser hebûna Tirkiyê li herêmên Sûriyê weke xencerekê di laşê Sûriyê de bi nav kir û got:
”Heke dosya dagirkeriya Tirk li Sûrî û kiyarên wê û çeteyên wê neyê çareserkirin, dê li Sûriyê îstiqrar pêk neyê”.
Rêveberiya Xweser soz da koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî ku ew ê heta rizgarkirina herêmên wan tekoşîna xwe dewam bikin.
PYD’ê: Divê civaka navnetewî sûcên li dijî herêmên dagirkirî bi dawî bike
Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk jî bi heman armancê daxuyaniyek da û got:
“Ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve, dewleta Tirk a dagirkerli Serê Kaniyê û Girê Spî qirkirina nijadî û komî didomîne.
Çeteyan li şûna niştecihên resen bi cih dike, dizî, talan, kuştin, revandin û her hovîtiyê pêk tîne.
PYD’ê ev sûc û bêdengiya navdewletî li hember wan bi tundî şermezar kir û ev bang kir:
“Divê civaka navnetewî, di serî de NY û rêxistinên mafên mirovan, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bi dawî bikin”.
MSD’ê banga dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk kir
Bi heman armancê MSD’ê jî daxuyaniyek da û dagirkeriya Tirk ya li Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir.
MSD’ê bang li NY û Konseya Ewlekariyê kir ku li hember dagirkiriyê berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û dagirkeriyê bi dawî bikin.