HPG: Li qada Werxelê ya bi ser Avaşînê 5 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn

Artêşa Tirk li dijî gelê Kurd sûcê şer û dij mirovahiyê dike.

Li gel ku qedexene jî di nav êrişên xwe de çekên kîmyewî bikar tîne.

HPG’ê ragihand ku 5 gerîllayên wan li Qada Werxelê ya bi ser Avaşînê di encama êrişa çekên kîmyewî de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk û çalakiyên gerîlla, daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku artêşa Tirk a li hemberî berxwedana gerîlla nikare pêşde biçe bi çekên giran û gazên kîmyewî hewl dide encamê bidest bixe û ev agahî dan:

-Roja 8’ê Cotmehê, artêşa dagirker piştî bombardimaneke dijwar, hewl da li Qada Werxelê pêşde were.

Lê gerîllayên Werxelê rê nedan dagirkeran.

Ji 23 Nîsanê ve, gerîllayên Kurdista ê li dijî artêşa qirker, li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê destanên dîrokî dinivîsin.

Artêşa Tirk a li hemberî vê berxwedanê nikare encaman bidest bixe, guh nade qanûnên navneteweyî û çekên kîmyewî bikar tîne.

Herî dawî roja 5’ê Cotmehê li Qada Werxelê, artêşa dagirker li hemberî lehengên gelê Kurd dîsa sûcê şer kir.

Di encama êrişa çekên kîmyewî de hevrêyên me Cumalî, Çavrê, Amara, Mahîr û Dilvîn şehîd bûn.

Navenda ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku ew ê di rojên pêş de nasnameya şehîdan eşkere bikin û têkildarî rewşa herêmên şer ev agahî dan:

8’ê Cotmehê, li herêma Haftenînê, gerîlla li dijî hêzên li Girê Koordîne bicih bûne çalakî pêk anîn.

Hema rojê li herêma Zapê jî gerîllayên jin li Kela Bedewê bi çekên giran li hêzên dagirker dan.

9’ê Cotmehê jî li devera Girê Şehîd Serxwebûn, yekîneyên artêşa dagirker bûn armanca çalakiyên gerîlla.

Têkildarî êrişên hewayên artêşa Tirk jî Navenda Ragihandinê ya HPG’ê wiha got:

Roja 8’ê Cotmehê,

Li herêma Garê, derdora gundên Kanîsarkê, Yekmalê û Çemankê.

Li herêma Avaşîn, qadên Tabûra Ereba û Banîsta,

Li herêma Zapê, devera Tîpa T,

Li Avaşîn qadên Mervanos, Tabûra Ereba, Werxelê, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman bi balafir û helîkopteran hatin bombardimankirin.

Back to top button