Dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî 4 gundên Til Temirê kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber didomînin.
Dagirkeran îro jî 4 gundên Til Temirê 3 gundên Asuriyan e û gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê dan ber topan.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din êrişî birin ser gundên Til Şnan, Til Kêfcî û Til Cuma yên Asûriyan ên li Til Temirê û gundê Dirdara yê bakurê Til Temirê.

Hat ragihandin dagirker di van êrişên xwe de çekên giran bikartînin.

Hate diyarkirin ku ji ber topbaranê zirar li mal û milkên gundiyan bûye.

Duh êvarê jî dagirekran gundêTil Medîq ê Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.

Balafireke dron ya dewleta Tirk li gundê Merenaz yê Şera hate xistin

Di heman demê de dagirkeran gundên Meranaz, Şewarxe, Kela Şewarxe, Til Ecarû û Elqemiyê yên Şera û gundê Soxanekê yê Şêrrawa a Efîrnê jî topbaran kirin.

Hate diyar kirin bi dehan top li van gundan ketine.

Hat ragihandin balafireke dron ya dewleta Tirk li gundê Meranazê hate xistin.

Back to top button