Kampaniya Haştagê ya ji bo azadiya Rêber Apo li zêdeyî 30 welatan gihîşt milyonan

Duh, Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo kampanyayeke navneteweyî dan destpêkirin.

Kampanya li zêdeyî 30 welatan hemwext destpêkir, û di nava çend saetan de gihîşt milyonan.

Kampanyaya ku hate destpêkirin, ji aliyên hêzên navnetewî ve bi awayeke zanebûn hate sansûrkirin.

Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê li dijî vê yekê banga xurtkirina kampanyayê kir.

Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê, di çarçoveya komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo de, doh kampayeyekî navnateweyî ya haştagê bi navê “Niha Azadî ji bo Abdullah Ocalan”, li ser medya dîjîtal da destpêkirin.

Kampanya, doh di saet 20:00’an de li zêdeyî 30 welatan hemwext dest pê kir û di nava çend saetan de gihîşt milyonan.

Ji Akademîsyenan heta siyasetmedaran, nivîskar, Sendîkavan, Parêzvanên mafê mirovan, parlementer, partiyên siyasî û gelek nûnerên ji beşên din ên civakê, ji bo azadiya Rêber Apo ketin tevgerê.

Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê banga xurtkirina kampyayê kir

Kampanyaya ku hate destpêkirin, ji aliyên hêzên navnetewî ve bi awayeke zanebûn hate qedexekirin û sansûr danîn ser.

Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê têkildarî kampanyayê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku kampanyaya “Niha Azadî ji bo Abdullah Ocalan” di nava saetan de veguheriye lehiya gelan û gihîştiye milyonan.

Meclîsê diyar kir ku ancax kampanyaya wan ji aliyê hêzên navnetewî ve bi awayeke zanabûn hatiyê qedexekirin û ango sansûra herî mezin a navneteweyî li dijî kampanyayê hatiye kirin.

Meclîsê bang li herkesî kir ku li dijî sansûr û qedexeyan, di van 3 rojên kampanyê de destekê xwe bidomînin û kampanyayê bihêz bikin.

Back to top button