Girtiyên PKK û PAJK’ê: Armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

Girtiyên PKK’yî û PAJK’î bi boneya komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek dan.
Girtiyên Azadiyê diyar kirin di sala 24’ê ya komployê de ewê berxwedana li zîndanan mezin bikin û wê hedef û armnca wan ya sereke azadiya Rêber Apo be.
Giriyên azadiyê bang li gel û hemû derdorên demokratîk û şorşerger kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin.

Girtiyên PKK’î û PAJK’î, têkildarî salvegera 23’yemîn a komploya navnetewî ku di sala 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêber Apo destpêkir, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ser navê girtiyan ji aliyê Denîz Kaya ve hat dayîn.

Kaya diyar kir di şexsê Rêber Apo de bi komploya 9’ê Cotmehê hat xwestin berxwedan û îradeya gelê Kurd bê şikandin û hêviya mirovahiyê ya ji bo jiyaneke azad a demokratîk ji holê bê rakirin.

Kaya da zanîn li hemberî berxwedan û helwesta dîrokî ya bêhempa ya Rêber Apo û tevgera azadiyê ya 23 salan, komplo bi serneket.

Kaya balkişande li ser tecrîda giran ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin û wiha got,

“Di salvegera 23’yemîn a komployê de, her çendî hêzên komploger bi tevahî nehatibin têkbirin jî, lê hewl didin Rêber Apo di bin tecrîda giran û pergala îşkenceyê de zindî bimîne. Ev tecrîda ku li ser Rêbertiyê tê ferzkirin li tevahiya civakê, bi taybetî jî li zindanan xwe dide der.”

Deniz Kaya di dawiyê de wiha got: “Di sala 24’emîn a komployê de, hemû êriş û komployên li dijî Rêber Apo wê bên şikandin” û bang li gelê Kurd û herkesî kir bi pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” li dora Rêber Apo bibin yek û têkoşînê bilind bikin.”

Back to top button