Iraq: Wê pêvajoya vekişîna hêzên Amerîkayê heta 31’ê Kanûnê bidawî bibe

Piştî Efxanistanê, Amerîka hebûna xwe a leşkerî li Iraqê jî bidawî dike.
Rêveberiya Bexdayê eşkere kir ku pêvajoya vekişîna hêzên leşkerî yên Amerîkayê destpêkir û wê heta 31’ê Kanûna îsal bi encam bibe.

Sala 2003’an di bin navê çekên kîmyewî hildiberîne, Amerîka bi hevkariya Îngilîstanê êrişî Iraqê kir.

Ev destwerdana ku 18 salan dewam kir ji bilî çareseriyê, encameke giran li pey xwe hişt.

Di rewşeke wiha de rêveberiya Waşîngtonê biryar da ku hebûna hêzên xwe ên leşkerî li Iraqê bidawî bike.

Têkildarî mijarê artêşa Iraqê ragihand ku pêvajoya vekişîna leşkerên Amerîkî destpêkir.

Berdevkê serokwezîrê Iraqê Kazimî yê leşkerî Yehya Resûl eşkere kir ku wan plan kiriye vekişînê heta 31’ê Kanûnê bidawî bikin.

Beriya niha hatibû îdîakirin ku wê beşeke mezin ji leşkerên Amerîkayê lki herêma Başûrê Kurdistanê bicih bibin.

 

Back to top button