Bi nêzbûna dema hilbijartinên li Lîbya re, peyamên derketina çete û leşkerên biyanî yên li welat zêdetir dibe.
Aliyên şer ên li Lîbya li ser derketina hêz û çekdarên kirêkirî yên li welat lihev kirin.
NY jî lihevkirin weke “gaveke mezin û girîng” binav kir.
Di civînên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a 5+5 ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî de pêk hat, aliyên şer li ser derketina hêz û çekdarên kirêkirî lihev kirin.
Di encama civîna 3 rojan dewam kir de hate gotin;
Peymanek li ser plana vekişînê ya “gav bi gav” derketina hêz û çekdarên kirêkîrî hate îmzekirin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê Jan Kubis, peymana li ser planê wekî “pêngavek pir mezin” binav kir.
Kubis got:
“Pêşketina roja Înê pêlek erênî diafirîne.
Pêwiste ev gav bibe bingeh ji bo derbasbûna qonaxek aramtir û demokratîk.
Di vê çarçoveyê de, hilbijartinên 24’ê Kanûnê ku azad, pêbawer û zelal ku wê pêk werin, pêwiste ji aliyê herkesê ve bê pejirandin.