Çavûşoglu: Amerîka DAIŞ’iyên li Sûrî kom kirin û ew birin Efxanistanê

Serokê Amerîkayê Joe Biden pêr eşkere kir ku êrişên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî gefa li ser aramî û aştiya herêmê ne.
Rêjîma Tirk a ji ber vê daxuyaniyê bihêrs bû, îdîa kir ku Amerîka çeteyên DAIŞ ên li Sûrî kom kirine û
ew bi balafiran birine Efxanistanê.

Rêveberiya Amerîkayê biryarnameya dirêjkirina rewşa awarte a netewî li Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo saleke din dirêj kir.

Serokê welat Joe Biden yê biryarname îmze kir anî ziman ku êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê dibin sedem ku şerê li dijî DAIŞ’ê were astengkirin.

Biden wekî din diyar kir ku ji ber êrişan zerar li jiyana sivîlan dibe.

Piştî vê helwestê, wezîrê karê derve ê Tirk Mevlût Çavûşoglu li hemberî Amerîkayê bihêrs bû.

Çavûşoglu îdîa kir ku siyaseta wan li Sûrî ya herî raste û wiha got:

Li şûna ku rexneyan li Tirkiyê bike, divê Amerîka dest ji siyasetên xwe ên şaş berde.

Çavûşoglu carek din ne rehetiya welatê xwe a li hemberî hevkariya Amerîka û Kurdan di şerê li dijî DAIŞ’ê de dûbare kir.

Çavûşoglu hevkariya welatê xwe a bi salan li ger çeteyên DAIŞ û El Qaîdê jibîr kir û ev îdîa kirin:

Yekane artêşa cîhanê ya şerê DAIŞ’ê kir Tirkyê bû. Lê hatina Amerîka cûda bû.

Em dizanin ku armanc ji hebûna Amerîka li herêmê ne şerê li dijî DAIŞ’ê ye.

Niha ji bo DAIŞ’ê li Efxanistanê bihêz nebe em dixwazin li gel Talîbanê hevkariyê bikin.

Başe DAIŞ çawa xwe gihand Efxanistanê. Amerîka ew li Sûrî kom kirin û paşê bi balafirên xwe ew veguhestin Efxanistanê.

Back to top button