⁣Komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê

23 sal bi ser komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê re derbas dibin.
Hêzên komploger bi tunekirina Rêber Apo û tevgera azadiyê dixwestin qirkirina Kurdan bibin serî.

Lê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo 23 sal in li dijî hêzên komploger têkoşîn û berxwedaneke dîrokî dikin.
Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bi serketin lê Hêzên Komploger yek bi yek li pey hev têkçûn.

Ber bi salên 1990’î Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê êdî mêzînên Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn guherandibû û bandora xwe roj bi roj zêde dikir.

Ji ber vê jî dewleta Tirk nikaribû li pêşberî têkoşîna azadiyê û bi taybetî şerê gerîla xwe rabigire.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sowyetan Amerîkayê bi navê “Nîzama Cîhanê ya Nû” stratejiyek avakiribû û şerekî nû yê cîhanê destpêkiribû.

Ji bo ku Rojhilata Navîn bike bin serweriya xwe li dijî Iraqê sala 1991’î dest bi tevgereke leşkerî kir.

Navê “Eksena Şer” li dewletên mîna Îran, Iraq û Sûriyê kiribû. Ji bo vê jî hewl dida ku dewleta Tirk ji bo serketina plana xwe bikarbîne.

Li miqabilî daxwaza Amerîkayê dewleta Tirk jî tunekirina PKK’ê weke şert danî û ev yek li DYA’yê ferz kir.

Li ser vê yekê jî Amerîkayê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê xist meriyetê.

Bi komploya navnetewî ya ku Amerîkayê serkêşiya wê dikir dixwestin Rêber Apo tune bikin û PKK’ê jî ji hev belav bikin.

Li ser vê yekê dest bi zextên li ser dewleta Sûriyê hat kirin û tevî hinek lihevkirinan jî 9’ê Cotmeha 1998’an Rêber Apo ji Sûriyê hat derxistin.

Amerîkayê ji bo pêkanîna plana xwe ya komployê gelek dewletên mîna Yewnanîstan, Îsraîl û Misir jî bi rengekî çalak bikaranî.

Li gorî plane wê destûr nedana ku Rêber Apo bikeve Yewnanîstanê û dema ku careke din vegere Sûriyê li ser Derya Spî li hewayê wê bihata îmhakirin.

Lê ji ber ku Rêber Apo bi paşde vengeriya Sûriyê û ji Yewnanîstanê berê xwe Rûsyayê plana mijara gotinê pûç bû.

Li ser vê yekê jî Amerîkayê li dijî Rêber Apo li gelemperiya cîhanê dest bi tevgerekê kir û piştî 4 mehan 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo ji Kenyayê revandin û radestî dewleta Tirk kir.

Li dijî Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo bi dirûşma” “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” têkoşîna ku hate destpêkirin 23 sal in bê navber dewam dike.

Di bin navê vê dirûşmeyê de bi dehan mîlîtan û welatparêzan çalakiyên fedayî pêk anîn û li dora Rêber Apo bûne xelekek ji agir.

23 sal in bê navber bi pêşengiya Rêber Apo, gelê Kurd û Tevgera Azadiyê berxwedan û têkoşîneke mezin li dijî hêzên komploger dimeşînin.

Vê berxwedana mezin a 23 salan nehişt ku hêzên komploger armancên xwe pêk bînin.

Back to top button