Bi deh hezaran soza têkoşîna azadiya Rêber Apo û rizgarkirina herêmên dagirkirî dan

Îro salvegera destpêkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo û destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî ye.
Li gelek bajar û bajarokên bakur û rojhilatê Sûriyê bi deh hezaran kes bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Îmraliyê em ê komploya 9`ê Cotmehê û xiyanetê têk bibin” daketin qadan.

Di meş û çalakiyan de soz û peyamên bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û rizgarkirina herêmên dagirkirî hatin dayîn.

Back to top button