Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin

Komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî hat şermezarkirin.

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abudulah Ocalan, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bi çalakiyên cur bi cur hate şermezarkirin..

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Rezanê, bi sînevîzyonekê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir..

Piştî pêşandana sînevîzyonê, parlamenterê HDP’ê Îmam Taşeçier axivî û got:

“Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê pêvajoya komployê dewam bike.

Ji bo ku pirsgirêka Kurd were çareser kirin, divê Birêz Ocalan serbest bê berdan.”

Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî got,

“Xwestin bi komployê hebûn û destkeftiyên Kurdan tune bikin.

Lê ev plana wan bi ser neket.

Em ê jî, ji bo azadiya Birêz Ocalan her tiştî bikin.”

Rêxistina HDP ya Bajêr li avahiya partiyê daxuyaniyek da..

Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş, di daxuyaniyê de wiha got:

“Ji ber ku Ocalan komplo vala derxist, vê carê dest bi polîtîkayên tecrîda girankirî kirin.

Ger projeya Ocalan were bi cih anîn, wê hemû polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li dijî gelan, têk biçin.”

Li Colemergê jî parlemeneterê HDP’ê Seîd Dede, komploya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û da zanîn ku Rêber Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de xwedan roleke mezin e..

Li bajarê Mêrsînê jî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) panelek bi tevlêbûna gelek saziyan hat li dar xistin.

Endama Înîsiyastîfa Dayikên Aştiyê Nafiye Çoban di panelê de ev bang kir:

“Em tecrîda li girtîgehan qebûl nakin.

Di serî de Birêz Ocalan û hemû girtiyan serbest berdin.”

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî, HDP’ê daxuyaniyek da..

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Komplo li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn e.

Rêber Ocalan ji bo ku çareserkirina pirsgirêka Kurd di nava çar dîwaran de jî dixebite.

Tecrîta li Îmraliyê li ser hemû civakê tê meşandin.

Em weke HDP’ê, bangê li xwedan wicdan û berpirsyaran dikin, ji bo azadî û demokrasiyê tecrîda li Îmraliyê bişikînin.

Back to top button