Jin û Ciwanên Êzidî: Em ê bi hemû hêza xwe li hember peymana 9’ê Cotmehê bisekinin

Jin û Ciwanên Şengalê dijî komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo û peymana 9’ê Cotmehê ya dagirkirina Şengalê diyar kirin ewê bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe bidomînin.

Bi boneya salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêber Apo û peymana dagirkirina Şengalê, Yêkitiya Cîwanên Şengalê (YCŞ) û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyanî dan.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê hat dayîn û gelek kes lê amade bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 9’ê Cotmehê ji bo gelê Êzidî rojek reş e û hat gotin:

“Di şexsê Rêber Apo de komplo li ser vîna gel, cîwan û hemû gelên bindest ku ji bo azadiyê têdikoşin hat kirin.
Rêber Apo 23 salin di nav tecrîdê de ye.

Em wek cîwan, jinên Êzidî, civaka Êzidî fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas digrin. Ji ber bi saya Rêber APO civaka Êzidî ji fermanê xilas bûye.

Her wiha peymana 9’ê cotmehê jî berdewamiya komploya navnetewî ye. Armanca peymana 9’ê Cotmehê ew bû ku destkeftiyên gelê me yên ku piştî fermanê bi têkoşîn û berxwedana xwe afirandine bên tunekirin.

Emê bi hemû hêza xwe li hember peymana 9’ê Cotmehê bisekinin.

Back to top button