Nadine Menza: Niha jî dewleta Tirk avahiyên Olî dike armanc

Nadine Menza, ku Cîgira serokê Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî ya DYA’yê ye eşkere dibêje “Kesên ku berî niha ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûbûn, niha dibin armanca êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê û ji xaka xwe tên koçkirin.” Menza li dijî van êrîşan bertek nîşan da û got “Divê Amerîka li hember binpêkirina dewleta Tirk ji agirbestê re, tedbîran bigire.”

“Ji ber ku dewleta Tirk li gorî agirbestê tevnagere, divê DYA tedbîrên lezgîn bigire.”

Ev bang, ji Cîgira serokê Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî ya Dewletên Yebûyê Amerîka’yê (USCIRF) Nadine Menza ve hat..

Bi boneya salvegera êrîşên dewleta Tirk li ser Serê Kaniyê û Girê Spî, Nadine Menza ji ajansa nûçeyan a Hawar’ê re nirxandin kir..

Menza, ragihand ku piştî wan êrîşan û heta niha dewleta Tirk li vê herêmê sûcên li dijî mirovahiyê didomîne û avahiyên olî dike armanc.

Nadine Menza: Dewleta Tirk agirbestê binpê dike

Nadine Menza bal kişand ser agirbesta piştî êrişê jî û binpêkirina wê ji aliyê Tirkiyê ve bi bîr xist..

“Em matmayî bûn.

Dewleta TIkr li gorî agirbesta bi navbeynkariya Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence tevnagere û DYA jî vê rewşê paşguh dike.

Ji ber wê, divê DYA tedbîrên lezgîn bigire.”

Nadine Menza: Bê êrîşan dewleta Tirk demografiya herêmê diguherîne

Li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Til Temir ku gelê Asûr û Suryan lê dijîn jî, Nadine Menza bertekên tund nîşan da.

Kesên li herêmên ku Asûrî û Suryan lê dijîn, ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne, lê niha dibin armanca êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê û ji xaka xwe tên koçkirin.

Heman tişt li Serêkaniyê û Girê Spî jî çêbûn.

Dewleta Tirk bi êrişên xwe demografiya herêmê diguherîne.

Divê civaka navneteweyî nerazîbûna xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk nîşan bide.”

Nadine Menza: Divê di zûtirîn demê de êrîş bi dawî bibin

Nadine Menza bal kişand ser lêkolîna civaknasa amerîkî Amy Austin Holmes a têkildarî êrişên li ser herêmê û li gorî wê ev nirxandin kir..

“Di navbera salên 2017 û 2020’an de Tirkiyê 3 hezar û 319 caran li dijî bakurê Sûriyê êriş pêk anîn.

Cotmeha 2019’an, QSD’ê 12 operasyon dan destpêkirin ku ev hemû jî wek xweparastinê hatin piştrastkirin.

Îdiayên ku Tirkiye ji bo parastina xwe êrişî Bakurê Sûriyê dike, rastiyê nîşan nadin.

Divê di zûtirîn demê de ev êriş bi dawî bibin û gel vegere ser xaka xwe û dewleta Tirk ji herêmên ku dagir kirine, vekişe.”

Back to top button