Newroz Ehmed: Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spi berdwewama plana tunekirina Kurdan e

Li ser êrîş û sûcên dewleta Tirk ên li herêmê, Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed anî ziman “Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewama plana tunekirina kurdan e.” Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û derxistina dagirkeran ji Sûriyê jî, Newroz Ehmed got “Divê hikumeta Şamê rola xwe pêk bîne û em bi hev re bixebitin da dagirkeriyê li ser xaka Sûriyê bi dawî bikin. “

2 sal bi ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî re derbas bûn û hîna jî sûcên wê yên li herêmê bênavber hene.

Newroz Ehmed, Endama Fermandariya Giştî ya (QSD) bi riya Hevpeyvînekê li gel Ajansa ANHA’yê nirxandin kir ..

Newroz Ehmed, eşkere kir “Piştî vekişandina hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Tirkiyê bi erêkirina Amerîkayê êrişên dagirkeriyê dan destpêkirin.”

Newroz Ehmed: Niyeta dewleta Tirk li hember doza Kurd zelal e

Newroz Ehmed piştrast kir “Kurd di radeya yekemîn de armanca dewleta Tirk in û di tunekirina doza Kurd de bi israr e.” û da xwyakirin ku Tirkiyê hebûna YPG û YPJ’ê li eniyên şer ên nêzî sînor dikir hincet û ev hincet heya îro berdewam e.

Li ser îdiayên medya Tirkiyê jî Newroz Ehmed bi bîr xist “Her tim di ragihandina xwe de îdia dikin ku hêzên QSD ên li eniyên şer êriş dikin, lê ev hemû derew in ku Tirkiyê ji raya giştî re bi parve dike.”

Der barê bêdengiya hêzên navnetewyî ya li hember êrîşan jî, Newroz Ehmed anî ziman “Diyar e ku peymanên veşartî navbera Rûsya û Tirkiyê hene. Rûsya dikare êrişên rojane yên dewleta Tirk ên li ser herêmê rawestîne. Weke hêzeke garantor li herêmê tu helwest nîşan nedaye.”

Newroz Ehmed: Heta rizgarkirina bajarên dagirkirî, wê xebat dewam bikin

Endama Fermandariya Giştî ya (QSD) Newroz Ehmed, anî ziman “Divê hikumeta Şamê rola xwe pêk bîne û bi hevre bixebitin da ku dagirkeriyê li ser xaka Sûriyê bidawî bikin. ”

Dawiyê û ji bo rizgarkirina herêman û derxistina tevahî Sûriyê ji çiravê, Newroz Ehmed tekez kir divê bi hev re şerê dagirkeran were kirin

Back to top button