SerokwezîrêAwusturyayê Sebastîan Kurz dest ji kar berda

Li hemberî tawanbariyên dizî û karên nelirê, duh serokwezîrê Awusturyayê Sebastîan Kurz ê 35 salî di civîna çapemeniyê ji erka serokwezîrtiyê îstîfa kir.

7’ê Cotmehê bi îdîayên bertêlxwerî, sextekarî û karên nelirê, li dijî hikûmeta Awusturyayê lêpirsîn hat destpêkirin.

Ji ber vê rewşê hevkarê koalîsyona li welat Partiya Keskan ragihand “ew êdî naxwazin li gel hikûmeta Sebastîan Kurz dewam bikin.”

Serokwezîrê welatê Kurz doh li ser rewşê daxuyaniyek da çapemeniyê û dest ji kar berda..

Siyasetvanê 35 salî anî ziman ku ew ê ji niha û pê ve weke serokê Partiya Gel têkoşîna xwe li meclisê dewam bike.

Sebastîan Kurz cara pêşî sala 2017’an di 31 saliya xwe de weke serokwezîrê herî ciwan ê dîroka Awusturyayê hat hilbijartin.

Back to top button