Dengdayîna ji bo hilbijartinên Iraqê sibehê dest pê kir

Îro li seranserî Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê dengdan dest pê kir.

Vê sibehê saet 7’an dengdanê dest pê kir û heta saet 18.00’an wê dewam bike..

Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê mafê 23 milyon û 986 hezar û 841 kesî heye ku deng bide..

Li 8 hezar û 283 navendan wê deng werin dayîn..

Ji 167 partî û pêkhateyên siyasî, 3 hezar û 249 namzet beşdarî hilbijartinên giştî bûne û ji wan jî 951 jin in.

Li Şengalê jî li 52 navendan, 68 hezar Şengalî wê dengên xwe bidin.

Hat ragihandin li 21 navendan dengdayîn bi hinceta pirsgirêkên teknîkî sekiniye.

Serokkomarê Iraqê Dr.Berhem Salih li Bexdayê li gel hevjîna xwe dengên xwe dan û hêvî kir welatiyên Iraqê bikarin tevli hibijartinê bibin da bikarin çarenûsa xwe diyar bikin.

Back to top button