HPG’ê: Fermandar Azad Çelê ji ber nexweşiyê şehîd bû

HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji fermandarên wan Azad Çelê, ji ber nexweşiyê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de Azad Çelê weke fermandar û afrînerê serkeftinên mezin hate pênasekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji fermandarên wan Siddik Bûdakbeyoglû binasnav Azad Çelê şehîd bûye.

Navendê diyar kir ku sedema şehadetê nexweşî bû û wiha dewam kir:

Lehengê Çelê ku yek ji navendên qedîm ên gel û welatparêziya Kurdistanê ye, fermandarê me Azad Çelê ji ber nexweşiyê 2’ê Îlona 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Navenda ragihandinê di daxuyaniya xwe de li ser kesayet û têkoşîna fermandarê gerîlla ev nirxandin kir:

Hevrêyê me Azad Çelê sala 1972’an li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji dayik bû.

Ji ber ku di nava malbateke welatparêz de mezin bû weke ciwanekî şoreşger baweriya xwe bi têkoşîna azadiya Kurdistanê anî.

Sala 1990’î destpêkê weke milîtanekî ERNK’ê li gund, bajar û bejahiyê bi erk û wezîfeya xwe rabû.

Sala 1993’an tevlî nava refên ARGK’ê bû.

Di pêvajoyên herî zehmet ên têkoşîna me de bi wêrekiyeke mezin li refên herî pêş ên çalakiyan cih girt.

Ji Zagrosan heta Behdînanê, ji Behdînanê heta Qendîlê bi erk û berpirsyariyên şoreşgerî rabû û ji bo serketinê hewl da.

Weke şagirtekî baş ê Rêber Apo, milîtanekî şareza û hevrêyekî ji dil pêşengiya têkoşînê kir.

Li dijî êrişên hovane ên DAIŞ’ê, fermandar Azad hêz da têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê.

Piştî ku wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anî, careke din berê xwe da çiya û li dijî faşîzma dewleta Tirk têkoşîna hebûn û azadiyê dewam kir.

Back to top button