QSD’ê: Bi rêbazên reşkirinê dixwazin dagirkeriya xwe rewa nîşan bidin

Di salvegera 2’an a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de, dewleta Tirk hê jî hewl dide hebûna xwe li herêmê rewa nîşan bide.

Ji bo vê armancê jî rêbazên şerê taybet bikar tîne.

Dîmenên êrişên rêjîma Sûrî yên beriya bi 6 salan mîna ku ên şervanên QSD’ê ne belav dike.

Ev hesabê fermî yê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk e.

Doh li ser vî hesabî dîmenên êrişa li dijî xelkê sivîl hatin belavkirin.

Li binê wan jî hat gotin, QSD’ê sivîlan dikuje.

Bi vê yekê hem dagirkeriya xwe rewa nîşan dide û hem jî bi nûçeyên derew raya giştî dixapîne.

Difikire ku ew ê miradên xwe di vî warî de jî bicih bîne.

Lê her gavê hesabên wê lihev nakin.

Lewma QSD’ê eşkere kir ku dîmenên hatine belavkirin yên rêjîma Sûrî ne, rastî û dîroka wan jî belav kir.

Li ser mijarê Berdevkê Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî got;

Platformên çapemenî û istixbaratê yên dewleta Tirk a dagirker wêne û dîmenên nerast belav dike.

Armanca wan hem reşkirina QSD’ê û hem jî nixumandina sûcên xwe ên şer e.

Herî dawî Wezareta Parastinê ya Tirk doh dîmenên topbarana hêzên hikumeta Şamê li dijî Helebê ên sala 2016`an belav kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ev dîmenên êrişan xist stûyê hêzên me.

Ferhad Şamî bang li malper û platformên medya dijîtal û bi taybet twitter û facebookê kir ku sînorekî ji van hemleyên reşkirinê yên dewleta Tirk re deynin.

Ferhad Şamî di daxuyaniyê de navnîşana dîmenê ku Wezareta Tirk û dîmenê esasî yê sala 2016`an jî parve kir.

Back to top button