Vîrûsa Corona..Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 13 kesên din jiyana xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku îro li herêmê 273 kes bi vîrûsa Coronayê ketine.
Her wiha 13 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Desteya Tenduristiyê diyar kir ku ji wan 13 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, 11 mêr in û 2 jin in.

Her wiha Desteyê destnîşan kir ku li herêmê 273 kesên din bi Koronayê ketine, û 14 kes ji vîrûsê baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 30 hezar û 300 kes bi Coronayê ketine, ji wan hezar û 26 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 250 kes baş bûne.

Back to top button