Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê: Tirkiyê zêdeyî 100 erebeyên tije çek û cebilxane derbasî Idlibê kirin

Dewleta Tirk li Idlibê mayînde dike..

Li gor agahiyan, Tirkiyê vê sibehê zêdeyî 100 erebeyên tije çek û amûrên leşkerî derbasî Idlibê kirin..

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku vê sibê dewleta Tirk bêtirî 100 erebeyên çek û cebilxane di dergeha Kefer Lûsînê ya sînorî re derbasî Idlibê kirin û birin nuqteyên xwe yên li başûrê Idlibê..

Çavdêriyê got ku Tirkiyê ji meha Îlonê ve, zêdeyî 225 kamyon û erebeyên leşkerî yên tije çekên giran derbasî Idlibê kirine..

Li aliyekî din, hêzên hikûmeta Şamê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê, li rojhilatê Derayê li bajarê El-Tîba, Um El-Meyazin û Nesîb dest bi operasyonekê kirine..

Li gorî Çavdêriya Sûrî, hêzên hikûmeta bi vê operasyonê hewl dide bajar kontrol bike..

Back to top button