Çeteyên dewleta Tirk du sivîl ji navçeya Raco ya Efrînê revandin

Hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî her roj zêde dibe.

Dagirkeran ji navçeya Raco ya Efrînê 2 kes û jinek jî ji bajarokê El-Elî Baceliyê yê Girê Spî revand.

Hat diyarkirin çeteyên dewleta Tirk welatiyhên bi navê Selah Osman Ekaş yê ji gundê Moseko û Nezîr Mihemed Tobal yê ji gundê Hec Xelîl ên navçeya Raco yê Efrînê revandin.

Hat diyar kirin heta niha aqubeta her du sivîlên hatine revandin ne diyare.

Çeteyên dewleta Tirk jinek ji bajarokê El-Elî baceliyê revand

Li aliyê din hat diyar kirin ji bajarê Girê Spî jî panzêrên dewleta Tirk tevî çeteyên wê bi ser bajarokê El-Elî Baceliyê de girt û jina bi navê Uwêş Ehmed El-Uwêd a ji eşîra El-Bo Esaf revand.

Hat diyarkirin ku çeteyan Uwêş ber bi şaxê têkoşîna li dijî terorê ya li navenda Girê Spî ve birin.

Hat ragihandin ku di nava mehekê de ev jina 4’emîne ku ji heman bajarokî tên revandin.

Back to top button