Li Şengalê..”alîgirên namzetê PADÊ Şêx Semîr tên astengkirin”

Îro li Iraqê hilbijartinên parlamentoyê pêk hat û zêdeyî 23 mîlyon kes çûn ser sandoqan.

Gelê Şengalê jî çûn ser sindoqan.

Lê, li Şengalê hin navendan, dengdayîna welatiyan hatin astengkirin û 21 navendên dengdayînê jî bi hinceta “cihaza dengdayînê naxebite” dengdayîn dan sekinandin û Şengalî bi paş de vegerandin.

Welatiyên Şengalê jî nerazîbûn nîşandan û gotin ev astengî di çarçoveya planekê de tên kirin.

Li seranserî Iraq û herêma Başurê Kurdistanê îro saet di 07.00’an de ji bo hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê dengdanê destpê kir.

Lê li Şengalê li gelek komelgehan dengdan piştî saet 08.00’an bi derengî destpê kir û wekî hîncet derenghatina karmendên komîsyona hilbijartinê hate nîşandan.

Ji bo 68 hezar hilbijêr dengê xwe bide, li 52 navendan 427 sindoq hatin danîn.

Di saetên sibehê de, Şengaliyan bi biryardariyekî mezin berê xwe dan navendên hilbijartinê.

Lê, li hin navendên dengdanê bi hincet û sextekerariyan, xwestin pêşiya dengdayînê li xelkê herêmê bigrin.

Ajansa Rojnewsê ragihand ku li aliyê başûrê Çiyayê Şengalê, li navenda Şengal, Tilezêr, Sîba Şêx Xidir û Til Qeseb, li milê bakûrê Çiyayê Şengalê jî li Borik, Sinûnê, Xanesorê û bi giştî 21 navendên dengdanê bi hinceta “cîhazên dengdanê naxebitin” dengdayîn dan sekinandin.

Bi hinceta van pirsgirêkan hejmareke zêde ya Şengaliyan ji ser sindoqan paş ve hatin vegerandin.

Celal Havînd: Astenkirina dengdayînê parçeyekî plana Iraqê û hukûmeta Başur e

Yek ji welatiyên ku ji ber hinceta “cîhazên dengdanê naxebitin” nekarî dengê xwe bi kar bîne Celal Havind ê ji Xanesorê ye.

Celal Havind da zanîn ku wî xwestiye dengê xwe bide, lê 3 caran ji ser sindoqê paş ve hatiye vegerandin.

Celal Havind diyar kir ku ev siyasetek qirêj e li ser gelê Şengalê tê meşandin û got:

“Li gelek sindoqan cîhaz sekinandin. Meqset ne cîhaz e, meqset plan e, siyaseta Iraqê û herêma Başurê Kurdistanê ye. Gelê Êzidî ji serê sibehê ve çûn ser sindoqan. Lê bi hinceta ku cîhaz naxebite, gelek ji wan vegerandin malên wan.”

Balkêşe ku ev astengî tenê li herêmên PADÊ lê bi hêze rû dan.

Li gor agahiyên ji şengalê hatin ragihandin, li Xanesorê hin kesên nenas zext li hilbijêran kirin ku dengê xwe bidin PDK’ê.

Wekî din kesên ku xwestin dengê xwe bidin namzetê PADÊ Şêx Semîr jî hatin astengkirin.

Back to top button