Hêzên PDK ên leşkerî, li ber navendên hilbijartinan kom bûne

Di hilbijartinan de gelek îdiayên binpêkirin û sextekarîyan jî hatin kirin. Hat gotin PDK’ê li Duhokê 3 hezar dengên sexte amadekirîye.

Li gorî nûçeya Ajansa Rojnews’ê PDK li navçeya Sêmelê ya Dûhokê, gef li welatîyan xwar ku dengê xwe bidin namzetên PDK.

Ji bo vê yekê jî hîn kesên çekdar ku cilên sivîl li xwe kirine li derdeora cihên dengdanê xwe bicîh kirine.

Hat diyar kirin, PDK’e 3 hezar dengên sexte li ser navê welatîyên Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê amadekirîye.

Li alîyê din, hat gotin, Hêzek mezin yê Zêrevanî ê bi ser PDK’ê ve, li ber dibistaneki çomanê ya girêdayî Hewlêrê kom bûne.

Têkildarî mijarê Endamê Komîteya Rêvebir a YNK’ê ya herêma Balekayetî Loqman Werdî ji Rojnewsê’re axivî.

da zanîn Hêza Zerevanî ya PDK’ê bi çekên giran li ber cihên dengdanê kombûn û ew ê li ser vê mijarê gilî bikin.’

Back to top button